image

PeyamaKurd - Li welatê Endonezyayê ji ber teqîna Volkana Semeru ziyaneke mezin li herêmê çêbû û li gorî zanyariyên dawî 15 kes ji ber teqînê mirine.

Roja 4ê Kanûnê li Volkana Semeru ya 3 hezar û 676 metre li bilindahiya rojhilatê girava Cava ya Endonezyayê ye teqîneke volkanîk pêk hatibû ku bandora arpijên teqînê hîn jî bi awayekî metirsîdar berdewam e.

Li gorî amarên dawî berpirsên herêmê, hejmara miriyên di karesata volkanîk de gihîştiye 15 kesan û bi sedan kes jî birîndar bûne.

Berpirsan ragihandiye ku ji bo 27 kesên winda jî xebatên lêgerînê didomin.

Hat diyarkirin ji ber metirsiya zêde ya volkanîk 19 niştîngehên li derdora volkanê hatine valakirin û welatî bo deverên ewle hatine veguhestin.