image

PeyamaKurd – Li welatê Afrîkayê li Nîjeryayê li eyaleta Rîversê, di dêra Port Harcourtê de ji ber îzdîhamê 31 kes jiyana xwe ji dest dan. Li gor ragihandina çapemeniya cîh, di dêra Port Harcourtê di wexta ku ji kesên pêdiviya wan bi xurekê heye, xurek belav dikirin û di nav xelkê de geremolekî zêde çêbû.

Di wexta îzdîhamê de, ji derê paşiyê yê biçûk de 31 kesên ku xwestin bikevin nav dêrê, jiyana xwe ji dest dan. Di bûyerê de gelek kes jî birîndar bûne.