image

PeyamaKurd – Piştî derxistina qanûna seferberiyê ya Rûsyayê û ku Putin îmze kir, qanûna cezayê ya ku kesên ji seferberiyê birevin ket rê û niha her roj bi hezarî kes ji Rûsyayê direvin. Gelek kes jî çûn ser sînorê Gurcistanê û niha ji 200 hezarî zêdetir kes li Gurcistanê bicîh bûn.

Ji ber reva ji seferberiya Rûsyayê li welatê Gurcistanê îcara xaniyan gelek zêde bûye. Ji ber li ser rêya deriyê sînor gelek qelebalix heye, gelek kes bi pisqilêtê diçin Gurcistanê. Ji ber koça zêde kesên karê qaçax dikin niha di rewacê de ne.