image

PeyamaKurd – Serokerkanê Îsweçê Micael Byden, ragihand ku ji bo welatê wî bibe nedamê NATO yê, wê problem hebin û divê mirov normal qebûl bike. Byden axaftina xwe ji bo ajansa nûçeyan ya TT yê kir û got ku ew ti carê nefikiriye ku endamtiya Îsweçê ya NATO yê wê bilez û bê arîşe bibe. Byden weha got:

“Kî texmîn kiribe ku wê endamtiya me ya NATO yê zû bibe, bendeyên wan yên bilind hene. Wê pirsgirêk hebin, mijar bên munaqeşekirin û divê paşî em çareser bikin. Ez bi temamê hemkarên xwe re di civîna NATO de axifîm. Di rewşa herî xerab de, em dikarin hevdîtinan bikin û pirsgirêkan şareser bikin. Niha rewşa ku em li ber çavên xwe dibînin ne rewşekî xerîbe.”