image

PeyamaKurd – Wezareta Karên Derve ya Iraqê diyar kir; hejmarek zarokên DAIŞê ku li girtîgehê li cem dayikên xwe bûn, radestî welatê Azerbaycanê hatin kirin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf da zanîn; 38 zarokên DAIŞê radestî Balyozxaneya Azerbaycanê ya li Bexdayê hatin kirin.

Ehmed Sehaf eşkere kir, bi hemahengiya ligel Wezareta Dadê ya Iraqê, 38 zarokên DAIŞê radestî Balyozxaneya Azerbaycanê hatine kirin, da ku wan bigihînin welatê wan 

Herwiha Sehaf destnîşan kir, ew zarok li girtîgehê li cem dayikên xwe bûn, ku ji aliyê dadgehên Iraqê ve bi tohmeta endambûna rêxistina DAIŞê hatibûn desteserkirin.

Di meha Adara 2020an de, Iraqê 112 zarokên din radestî Azerbaycanê kiribûn, ku li cem dayikên xwe yên zindanîkirî bûn.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê eşkere kir; radestkirina hejmarek din a zarokên DAIŞê, bi amadebûna Nûnera Encûmena Dadgehê û Balyozxaneya Azerbaycanê hatiye encamdan.