image

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Iraqê ragihand ku ji ber tozbarînê 2250 kesan serî li nexweşxaneyan daye.

Berdevkê Wezareta Tneduristiyê ya Iraqê Seyf Bedir, li ser pêla dawî ya tozbarînê ku li seranserê welat bandorê dike got, ji ber pêla tozbarînê, hejmara kesên li Bexda û bajarên din rastî bêhntengiyê bûne û berê xwe dane nexweşxaneyan gihîştiye 2250 kesan.

Seyf Bedir got ku piştî wergirtina çareseriyên pêwîst, piraniya wan kesan vegeriyan malên xwe.

Hêjayî bibîrxistinê ye, ji meha Nîsana borî ve hejmarek pêlên tozbarînê bi ser Iraqê û Herêma Kurdistanê de hatine ku sedema wê wekî guherîna keşûhewayê, çolbûn û hişkesaliyê ye.