image

PeyamaKurd – Encûmena Wezîrên Iraqê diyar kir, fermanberê ku derziya dijî vîrusa Korona wernegirtibe, wê wek nehatî bê hesabkirin û mûçe jî nestîne.

Li gor Berdevkê Emîndariya Giştî ya Encûmena Wezîrên Hikûmeta Iraqê Heyder Mecîd da zanîn, li gor biryara Lijneya Bilind a Tenduristî û Selametiya Niştimanî ku rênmayiyên Serokê Hikûmetê yên taybet tedbîrên xweparêziya sînordarkirina belavbûna vîrusa Koronayê bicîh tîne, her fermanberekî derziya vîrusa Korona wernegirtibe, divê wezareta wî yan jî fermangeh wek karmendekî binpêker û wek karmendê nehatî kar û bê mûçe hesab bike û mûçeyê wî bibire.

Herwiha Berpirsê Encûmena Wezîrên Iraqê eşkere kir, Korona û rêjeya pêketiyan ber bi zêdebûnê diçe û divê tedbîr wek biryara ku hatî dayîn bên bicîhanîn.