image

PeyamaKurd – Cîgirê wezîrê karên derve yê Îranê Ali Baqirî ragihand ku wê hevdîtinên li ser bernama nukleerî yên Viyanayê heya dawiya meha mijdarê destpêbikin. Baqirî ragihandina xwe piştî hevdîtina bi dirêktorê siyasî û hem cîgirê sekreterê karên derve yê Yekîtiya Awrûpayê Enrique Mora re li Brukselê kir, di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihand.

Baqirî got ku di mijarên bingehîn de hevdîtinên ciddî û erênê kirine, lihev kirine ku berya Mijdar biqede hevdîtin destpêbikin û roja hevdîtinan wê paşî ragihînin.

Mora di 14 ê cotmehê de bi Baqirî re li Tehranê hevdîtin kiribû û muzakere destpêkiribûn.