image

PeyamaKurd – Nûnerê bilind yê karên derve û siyaseta ewlehiyê yê Yekîtiya Awrûpayê Joesef Borrell bi fermî seredana Tehranê kir û bi wezîrê karên derve yê Îranê Abdullahiyan re hevdîtin kir û paşî derketin ber çapemeniyê. Borrell di axaftina xwe de got:

“Di rojên pêşiya me de em ê dagerin ser hevdîtinên nukleerî û dewam bikin.”

Wezîrê karên derve yê Îranê Huseyin Emir Abdullahiyan jî weha got:

“Em amade ne dest bi hevdîtinan bikin. Me bi Borrell re hevdîtinên baş kir. Me, ji Borrell re got ku em amade ne di rojên pêşiya me de dest bi hevdîtinan bikin. Em hêvî dikin ku Amerîka ratsteqîne û adil be. Ji bo me, fêda peymana sala 2015 an girînge. Eger xalekî di aboriyê de li ser me bandora nexweş bike, em wê qebûl nakin.

Me bi Borrell re her weha li ser mijarên herêmê yên weka şerê Ûkraynayê, Yemen, Sûriye, Afxanistan û Fîlîstînê axaftinan kir.”