image

PeyamaKurd - Rêxistina Navdewletî ya Koçberan IOM ragihand ku li Yemenê 130 hezar koçber muhtacê alîkariya mirovîne. IOM di ser hesabê xwe yê Twitter ê de ragihand ku li Yemenê ji bo koçberan xizmeta tenduristiyê, hewandinê û alîkariya mirovî bi alîkariya hinek dewletan têkirin.

Di ragihandinê de hat gotin ku 130 hezar koçber pêdviya wan bi alîkariya mirovî heye. Yemen ji bo koçberên ku ji Etrîyopyayê, Somaliyê û hinek welatên din yên Afrîkayê tên û dixwazin herin welatên weka Erebistane û welatên Kendavê, Yemenê ji xwe re weka pêpêlkekî bikartînin.