image

PeyamaKurd-Serokwezîrê berê yê Pakîstanê Îmran Han, ê ku bi dengdayîna pêbawerbûnê ji erkê hatibû xistin, banga meşê li alîgirên xwe kir. Îmran Han di banga xwe de ragihand ku ew ê hikûmeta nû qebûl nekin.

Îmran Han ê ku di 10ê Nîsana borî de bi dengdayîna pêbawerbûnê de ji erka Serokwezîrtiya Pakîstanê hat xistin, bang li alîgirên xwe kir û xwest ku di 25ê Gulanê de li paytexta Pakîstanê ya Îslamabadê meşa aştiyê li dar bixin. Armanca vê meşê jî wisa hat ragihandin ku ji bo hilbijartinên pêşwext, pêkutî li rayedaran were kirin.

Serowezîrê berê yê Pakîstanê Îmran Han, di axaftina xwe ya ku li bajarê Peşaverê kir de ragihand ku ev çalakî, ji bo parastina serweriya welatê wan tê kirin.