image

PeyamaKurd- Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, ligel Serokwezîrê Ermenîstanê axaftineke telefonê kir û li ser mijara Kafkasyayê, daxuyaniyek da. Reîsî ragihand ku Îran dê guherîna sînorên erdnîgariyê tu car qebûl neke.

Ji aliyê rayedarên Îranê ve hat ragihandin ku Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, ligel Serokwezîrê Ermenîstanê Nikol Paşinyan bi telefonê axiviye.

Reîsî li ser vê mijarê daxuyanî da û da zanîn ku di navbera herdu welatan de têkiliyên kur û dîrokî hene û divê di navbera Tahran û Êrîvanê de hevkariyên aboriyê yên mayînde werin kirin.

Reîsî di dewama daxuyaniya xwe de got,

“Rêya herî ewledar ew e ku di navbera welatên ku agirbesta sêalî destnîşan kirine de pirsgirêk bi rêya dan û stendinan werin çareserkirin. Îran dê bi tu awayî guherîna sînorên erdnîgariyê qebûl neke.”

Hat zanîn ku Nikol Paşinyan jî di axaftina bi rêya telefonê de agahiyên di derbarê pevçûnên navbera Kafkasya û Azerbaycanê de parve kiriye. Hat ragihandin ku Paşniyan ji ber pêşveçûna têkiliyên navbera welatê xwe û Îranê razîbûna xwe aniye zimên û daye zanîn ku ew ji bo lihevkirinên li ser enerjiyê û qadên binerdî amade ne ku hevkariyê zêde bikin.