image

 PeyamaKurd - Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Iraqê Qasim El-Eracî îro Duşemê li Bexdayê hûrgiliyên destpêkê yên hewldana kuştina Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî eşkere kirin.

Roja 7ê Mijdarê mala Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li Herêma Kesk a bexdayê rastî êrîşeke bi dronên bombekirî hatibû û di encamê de çend karmendên wî yên ewlekarîyê birîndar bûbûn.

Eracî di civîneke rojnamevanî de vîdeyoyek da nîşanda ku tê de diyar dibe dronek bombekê bi ser mala Kazimî de berdide û çend wêneyên din ên vê bûyerê hatin nîşandan

Eracî got, ji komîta lêpirsînê ya vê êrîşê re hat çespandin ku êrîşa li ser mala Serokwezîr Mistefa Kazimî bi riya du dronan hatiye kirin.

Herwiha da zanîn, êrîş bi avêtina du bombeyan pêk hatiye ku yek li ser banê mala kazimî û ya din jî li hewşa malê ketiye û bomeyek teqiyaye û ya din jî neteqiyaye.

El-Eracî diyar kir, ev her du drone û bombe li navxweya Iraqê hatine çêkirin û got ku di bombeyan de madeya C.4 hebû.

Şêwirmendê Asayîşê destnîşan kir: “Êrîşê rasterast mala Serokwezîr Kazimî û jiyana wî armanc girtiye” û got, du tîmên Rêveberiya Têkbirina Teqemeniyan û Delîlên Edlî ji bo cihê bûyerê hatin şandin û delîl kom kirin.

Di berdewamê de Eracî diyar kir, ew tîm matmayî man ku her du bombe ji aliyê du mefreziyên bi ser Rêveberiya Têkdana Teqemeniyan û Delîlên Edlî ve hatine teqandin bêyî ku şopa tiliyan jê bibin.

Eracî piştrast kir, komîta lêkolînê biryar da ku du mefrezeyên ew her du bombe teqandine werin girtin û ji bo Wezareta Navxwe hatine veguhastin, da ku lêkolînan ligel wan temam bikin.

El-Erecî got, komîta lêkolînê heta niha daxwaza alîkarîyê ji ti alîyekî bîyanî nekiriye û heta niha kesek yan jî aliyek tawanbar nekirîye û pêwîstiya lêkolînan bi demeke zêdetir heye.

Eracî di dawî de got, delîlên girîng di destê wan de hene, ji bo ew bigihîjin rastiya vê êrîşê, lê divê dem ji bo lêpirsînan bê dayîn.