image

PeyamaKurd – Hevpeymaniya Erebî ya Erebistana Siûdî pêşengiya wê dike ragihand ku li bajarê Mearibê 160 çekdarên Hûsîyên bi ser Îranê hatine kuştin.

Li Yemenê bi mehan e çekdarên Hûsî hewl didin bajarê Mearibê kontrol bikin, lê hevpeyaniya Erebî li hemberî bi êrîşên xwe rê li ber Hûsiyan digire.

Li gorî daxuyaniya dawî ya Hevpeymaniya Erebî, di nava 24 saetên dawî de derbên giran li çekdarên Hûsî hatine xistin û li başûrê Mearibê di encama 32 êrîşan de 160 çekdarên Hûsî hatine kuştin.

Şerê hêzên hikûmeta Yemenê û Hûsiyên alîgirên Îranê ji sala 2015an ve berdewam dike ku li dijî wan bi pêşengiya Erebistana Siûdî hevpeymaniyeke leşkerî hatiye avakirin û şerê wan dike.

Li gorî amaran heta niha ji ber şer bi deh hezaran kes hatine kuştin.