image

PeyamaKurd – Rêxistina FARC ê bi hukumeta Kolombiyayê re peymana aştiyê girêdabû û yek ji serpereştên rêxistina FARC ê ku bi hukumetê re hevdîtinan kiribû Ivan Marquez bû. FARC bi dewleta Kolombiya re 52 sal şerê çekdarî meşandibû. Hat ragihandin ku Marquez di şerê bi rêxistinên sûcan re ketiye şer û di şer de hatiye kuştin. Navê eslî yê Marquez, Luciano Marin Arango Marquez e.

Heya niha hukumetên Venezuela û Kolombiyayê mijarê piştrast nekirine lê yekîneyên îstîxbaratê li ser mijarê lêkolînên xwe dikin.

Marquez ji bo bazirganiya maddeyên hişbir li welatê wî nêkirin bi grûbên çekdar yên ser sînor re têkoşînê dikir.