image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şandeke hikûmeta demkî ya Talîbana Afganistanê li ser vexwendina fermî ya Îranê gihîştiye Tehranê û gotûbêjên her du aliyan ji bo dîyalogê dest pê dikin. Şanda Talîbanê bi Wezîrê Derve yê Îranê re hevdîtinek pêk anî.

Talîbanê ragihandiye ku şanda bi seroktiya wekîlê wezîrê derve Mevlewî Emirxan Muttaqî bi serdaneke fermî gihîştiye Tehranê.

Li gorî televizyona Afganistanê wê di serdanê de şanda Talîbanê mijarên aborî, siyasî û kêşeya koçberan gotûbêj bike û daxwaza piştevaniyê ji Îranê bike.

Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Abdullahiyan di hevdtîna ligel şanda Talîbanê de, ji Talîbanê daxwaza damezrandina hikûmeteke giştgir ku hemû aliyên afganî tê de cihê xwe bigirin kir.