PeyamaKurd- Nivîskarê axaftina Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin ê berê Abbas Galyamov, di daxuyaniya ku ji bo CNN Internationalê da de hin îdiayên balkêş hanî zimên. Galyamov da zanîn ku heger şerê li dijî Ukraynayê berdewam bike, dê xetereya derbeyê li dijî rêveberiya Putin çêdibe.
Abbas Galyamov, di nirxandinên xwe de bal kişand ser şerê ku Rusyayê di 24ê Sibata 2022yan de li dijî Ukraynayê dabû destpêkirin û heta niha jî bê navber berdewam dike, ev nirxandin kirin:
"Rewşa wî nîşan dide ku ew nizane çi bike. Ew ji hêla fizîkî ve ji mehên nîsan û gulanê çêtir xuya dike, lê dema ku em li tiştên ku wî kirine dinihêrin, em xeletiyên wî dibînin. Ew bê hevseng û bi awayekî bê mentîq tevdigere. Piştî ku yekî ji bo erkekê tayîn dike, çend mehên din wî kesî ji wê erkê digire.”
“Heger şer berdewam be, dê derbe çêbibe”
Galyamov pêşniyaz kir ku Putin hêdî hêdî piştgiriya gel wenda dike û dikare hilbijartinan betal bike. Her wiha îdia kir ku heger şerê Ukraynayê berdewam bike, metirsî heye ku derbe li dijî Putin çêbibe.
Galyamov got, "Ew dizane ku bêyî ku di şerê li Ukraynayê de bi ser bikeve, nikare piraniya dengan bi dest bixe. Heger ew hêzê nîşan nede, dê were fêmkirin ku hewcedariya Rusan bi wî tuneye. Ew dikare qanûna leşkerî îlan bike û hilbijartinan betal bike. Artêş niha nikare derbeyê bike, lê di salekê de ku rewşa siyasî biguhere û serokekî ku nayê hezkirin hebe, îhtîmala darbeyê çêdibe. "