image

PeyamaKurd – Lîderê Fînlandiyayê Sauli Niinisto û serokkomarê Tirkiyê Tayip Erdoğan bi rêya telefonê bi hevre axifîn. Niinisto ragihand ku wê soza ewlehiya endamên NATO yê bidin.

Erdoğan berê di daxwuyaniyên xwe de gotibû ku ne hewceye rêvebirên Fînlandiya û Îsweçê herin heya Tirkiyê û pê re biaixfin ji ber wê endamtiya wan ya NATO yê qebûl neke. Niha mijar vegeriya û Erdoğan îro bi lîderên her dû dewletan re bi telefonê axifî.

Serokê Fînlandiyayê Niinisto li ser endîşeyên Tirkiyê yên di derbarê YPG/PKK ê de, soz da ku wê endîşeyên ewlehiyê yên endamên NATO yê teahud bikin.

Tirkiye berê ji Fînlandiya û Îsweçê daxwaza îadekirina 33 kesên PKK ê kiribû lê her dû welatan qebûl nekiribûn. Piştî axaftina di rêya telefonê de serokkomarê Fînlandiyayê Sauli Niinisto weha got:

“Em ê weka hevkarên NATO yê Fînlandiya û hem Tirkiye, em ê ewlehiya hev bidin ber çav û bihevre bin û min ragihand ku wê bi vî awayî têkiliyên me bêhtir xwurt bibin. Fînlandiya temamê cûreyên terorê û derketina wan şermezar dike. Diyaloga me ya nêz dewam dike.”