image

PeyamaKurd – FBI li Amerîkayê li Washingtonê avêt ser mala karsaz û dostê serokê Rûsyayê Putin yê bi navê Oleg Desipaska û hem li ber deriyê wî pankartekî daleqandin ku li serê weha dinivîsand:

“Ciyê sûc e. Nekevinê.”

Yek ji berdevkê FBI yê ku nexwestiye navê wî aşkera bibe ji bo çapemeniye gotiye ku di mala Desipaska de ‘tevgerekî ewlehiyê’ kirine. Berdevk gotiye ku kiryar li ser lêpirsîneka li New Yorke hatiye kirin û nikare zêde agahiyan bide.

Deripaska, bi dostaniya xwe û serokê Rûsyayê Putin tê naskirin. Ji ber navê wî di lêpirsîna sala 2016 an de hebû ku mudaxeleyê hilbijartinê kiribû, di sala 2018 an de Amerîka wî xistibû lîsta dorpêçan.