image

PeyamaKurd – Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan wê li Prag a Çekyayê tevlî civîna civaka siyasî ya Awrûpa bibe û bi serokê Fransayê Macron, bi serokê Azerbeycanê İlham Aliyev, bi serokê konseya YA yê bi Charles Michel re civîneka çarqolî lidar bixe. Civîn di 6-7 ê cotmehê de tê lidarxistin.

Kesên ji bo Pragê hatin dawetkirin 27 welatên YA ne û 17 welatên ku ne endamên YA yê ne. Hat ragihandin ku wê serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan jî here Pragê û bi Nikol Paşinyan re hevdîtinekî bike.