image

PeyamaKurd- Ji aliyê Wezareta Pîşesazî, Bazirganî û Geştiyariyê ya Erebîstana Siûdî ve hat ragihandin ku ji bo kirîna 5 keştiyên şer, wan bi kompaniya dewleta Îspanyayê Navantia re peyman destnîşan kiriye.

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê wezaretê ve hat dayîn de hat ragihandin ku li Riyadê di merasima destnîşanê de Wezîrê Pîşesazî, Bazirganî û Geştiyariyê Reyes Maroto, Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Erebîstana Siûdî Xalid bin Huseyîn El Bayari û Serokê Navantyayê Ricardo Dominguez  jî amade bûn.

Li gorî agahiyên ku bi rêya çapemeniyê hatin parvekirin, hat destnîşankirin ku peymana ku Erebistana Siûdî ji Navantyayê 5 keştiyên şer bikire dê di sala 2023yan de teşeya xwe ya dawî bigire.

Wezîrê Îspanyayê Maroto li ser mijarê got, "Bi vê peymanê ku encama xebateke giran a di navbera hikûmetên herdu welatan de ye, ji bo dabînkirina barê kargehên keştiyên Navantia yên li Îspanyayê, bi taybetî jî li San Fernandoyê, gaveke gelek girîng hat havêtin."

Maroto bal kişand li ser wê yekê ku Navantia di pergalkirina çêkirina keştiyên leşkerî û sivîl ên bi teknolojîya bilind de li cîhanê pêşeng e û destnîşan kir ku bi vê lihevkirina digel Erebistana Siûdî, Îspanya li ser pabendbûna xwe ya teknolojî û pîşesaziya di vî warî de berdewam e.