image

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, di axaftina xwe ya Îro Çarşemê ya koma AKPê ya parlamenê de bal kişand ser Selahattîn Demirtaş û got, “Wê ew kesê li Edirneyê hesabê herî mezin bide Îmraliyê (Abdullah Ocalan).”

Erdogan bêyî bi nav bike got ku di navbera Abdullah Ocalan û Selahattîn Demirtaş de ji hev cudabûnek heye û wê di nav xwe de hesab ji hev bipirsin.

Erdogan di beşeke din a xaftina xwe de, CHP jî wekî serkêşê tifaqa ligel PKKê û HDPê tometbar kir û bêyî navê wê bide, bal kişand ser parlamentera HDPê Semra Guzel a wêneyên wê hatine belavkirin û got ku CHP û HDP li benda îcazeta parlamentarên ku diçin ji çiyê ji evîndarên xwe distînin in.