image

PeyamaKurd Ajansa nûçeyan ya Reutersê diyar kir, Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson bi rêya telefonê, bi Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re, li ser leşkerên Rûs ên li nêzî sînorê Ukrayna axifiye.

Reutersê eşkere kir, her du serokwezîran ji hev du re fikarên xwe yên li ser rewşa li sînorê Ukrayna gotine.

Herwiha Londonê diyar kir, Johnson û Erdogan ji hev du re dane zanîn ku ew ê NATO li hember girjîya gur dibe bisekine.

Johnson û Erdogan li hev kirine, ji bo çareserî di ser NATO re bixebitin.

Herî dawî her du rêberan bi berdewamî li hev kirine ku ew hevkariya berevanî û ewlekarî ya dualî xurttir bikin û daxwazên xwe yên ser geşkirina pêwendiyên bazirganî ji hev du re gotine.