image

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdoğan li Adanayê li stadyûmê, di ahenga xortan de axifî û bertekê nîşanî gotinên seroka İYİ Partiyê Meral Akşener da û got:

“Meral Xanim! Tu kî yî ku zimanê xwe dirêjî Siltan Abdulhemîd dikî? Li ser wê masê 6 kes hebûn ku 3 heb ji wan nehiştîbû heya niha kes gotinên nexweş ji Siltan Abdulhemîd re bêje. Niha çi qewimî ku dengê wan her 3 kesan dernayê. Wê milletê me, kesên li ecdadê wan heqaretê bike, heddê wan bi wan bide zanîn.”

Seroka İYİ Partiyê Meral Akşener wexta biryarên doza Geziyê di TV ya Halk de rexne kiribû, behsa îstîbdada Siltan Abdulhemîd kiribû û di navbera Siltan Abdulhemîd û Tayip Erdoğan de wekheviyekî danîbû. Goya Erdoğan jî weka Abdulhemîd diktatore. Tê gotin ku bapîrê Abdulhemîd di wexta xwe de malabata Akşerner sirgûnê Balkana kiriye.