image

PeyamaKurd – Serokatiya agahdayîna ya serokkomariya Tirkiyê ragihand ku serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan di rêya telefonê de bi serokê Rûsyayê Putin re axifiye. Di axaftinê de behsa şerê navbera Rûsya û Ûkraynayê kirine. Erdoğan ji Putin daxwaz kiriye ku şansekî bide hevdîtinên navbera Rûsya û Ûkraynayê.

Erdoğan kêfxweşiya di mijara guhertina esîran de aniye ziman û li ser meşa peymana Îstenbolê razîbûna xwe diyar kiriye.

Erdoğan behsa lihevkirina mekanizma îtxalata hubûbatan kiriye û gotiye ku di meha 11 an de wextê mekanîzmanyê diqede û xwesytiye ku ew wext bê dirêjkirin. Her weha îxracata gubre û hûbûbata Rûsya mijara wan ya din bû ku Erdoğan ji Putin re gortiye ku li serê dixebitin.

Erdoğan roja berê bi serokê Ukrayna bi Zelenski re bi rêya telefonê axifîbû û razîbûna xwe ya ji bo guhertina esrîan ji bo Zelenski gotibû. Erdoğan di mijara santrala Zaporijya ya Ûkraynayê de gotibû ku divê devera santralê ji leşker bê safîkirin û eger bixwazin Erdoğan dikare di mijarê de navbeynkariyê bike.