image

PeyamaKurd - Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî OPCW piştî lêkolînên xwe yên du salan dewam kirin ragihand ku hêzên rejîma Sûriyê di sala 2018an de çekên kîmyewî li ser xelkê bikar aniye.

OPCW diyar kir, herî kêm helîkoptereke hêzên Şamê di 2018an de cêrên gaza klor berdan ser avahiyên niştecihan ên li bajarê Dumayê û di encamê de 43 kes hatin kuştin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, OPCWê di demeke ku hewlên Rûsyayê yên nêzîkbûna di navbera hikûmetên Tirkiye û Sûriyê de dewam dikin, ev daxuyanî daye ku beriya niha Enqereyê jî digot, hêzên Esed çekên kîmyewî bikar anîne.