
PeyamaKurd – Serokê hevpeymaniya Hikme ya Iraqê Emar Hekîm, li Swêd li ber balyozxaneya Tirkiyeyê şewitandina Qûranê ji aliyê rastgirê tundrew ê Denmarkî Rasmus Paludan ve, bi tundî şermezar kir.
Hekîm di daxuyaniya nivîskî de, gotiye, “Em şewitandina Qûranê ji aliyê partiyên tundrew ên Swêdî ve ku heqareteke mezin e li 1,5 milyar mirovên misilman ên li cîhanê, bi tundî şermezar dikin.”
Hekîm herwiha bang li rayedarên Swêdî jî kir ku derbarê vê bûyerê û kiryarên wekî wê de ku bêrêziyê li ol, mezheb û miletan dikin lêpirsînê bikin û destûrê nedin belavbûna kîn û nefretê di nav gel de.
Piştî bûyera şewitandinê ya doh 21ê Çileyê, hikûmet û opozîsyona Tirkiyeyê bi tundî bertek nîşan dabû û serdana wezîrê berevaniya Swêdê ya bo Tirkiyeyê jî hatibû paşxistin.