image

PeyamaKurd- Bi belgeyan derket holê ku Fransayê bi Rusyayê re bazirganiya uranyumê dike. Hat zanîn ku Fransayê li gorî sala 2021ê, 3 qat zêdetir uranyumê ji Rusyayê kiriye.

Li gorî nûçeya kovara hefteyî Canard Enchaine, li ser belgeyên gumrikê yên kompaniya EDF ku li Fransayê ji % 84ê dewleta wê xwediyê enerjiyê ye, di 9 mehên destpêkê yên sala 2022yan de bi buhayê 345 milyon Euroyî, 290 ton uranyumê kiriye.

Hat diyarkirin ku ev rêje, bi qasî ji % 30ê rezerva uranyumê ya Fransayê ye û bi qasî 3 qatê uranyuma ku di sala 2021an de ji Rusyayê kiriye ye. Tê diyarkirin ku Fransa ji 56 reaktorên xwe yên nukleerî 24 di bin temînatê de ye, di dema qeyrana enerjiyê de ji bo hilberîna elektrîkê ji santralên nukleerî ûranyumê ji Rusyayê hawirde kiriye.