image

PeyamaKurd – Dezgeya zîndanan ya Kolombiyayê roja sêşemê ragihandiye ku li Kolombiyayê li bajarê Tuluayê di nîvê şevê de serhildanekî çêbûye, di encamê de agir bi zîndanê ketiye, herî kêm 49 zîndanî mirine û 30 zîndanî birîndar bûne. Li ser bûyerê rêvebirê Inspecê (dezgeya zîndanan) Tito Castellanos mijarê weha ragihand:

“Zîndanî hinek mînderan şewitandin û bûn sedema mirina 49 zîndaniyan. Îtfaiye karibû ciyê ku 180 zîndanî têde bûn û tê de şewat derket kontrol bike û birîndaran bibin nexweşxaneyan. Gardiyanên ku xwestin alîkariya zîndaniyan bikin jî birîndar bûn û di wexta serhildanê de ti mehkûm nereviya.”

Serokkomarê Kolombiyayê Ivan Duqute û serokkomarê nû yê bijartî Gustavo Petro ji ber bûyera zîndanê xemgîniyên xwe beyan kirin û ji malbatên miriyan re sersaxiyê xwestin.