image

PeyamaKurd – Li welatê Sûdanê bi sedema xwestina rêvebiriya sîvîl xwepêşandan hatin kirin û di encamê de di navbera xwepêşandêran û hêzên asayîşê de pevçûn derket û 7 kes mirin. Ragihandin ji aliyê Komîta Doktoran ya Sûdanê de hat kirin.

Xwepêşandan ji roja derba leşkerî ya 25 ê cotmeha sala 2021 ê heya niha dewam dkirin û jimara kuştiyan gihaye 71 kesî. Bi sedema protesyoya derba leşkerî, bi hezarî kes li Hartûm û hinek bajarên din derketibûn kuçe û kolanan.