image

PeyamaKurd – Li Mynamarê generalê rêvebiriya  desthilata leşkerî General Min Aung Hlaing û demekî dirêje grûbên ku ji bo otonomiya xwe têkoşînê li dijî rêvebiriyê didin, dest bi hevdîtinên otonomiyê kirin. Rêvebirê îdara leşkerî Hlaing, hevdîtina yekem bi grûba çekdar û bi rêxstinên din yên etnîkî re kir. Wê hevdîtinên wan mehekî dewam bikin û rû bi rû bin.

Di civînê de general Hlaing, hevdîtina xwe bi konseya restorasyonê ya eyaleta Şanê, bi artêşa eyaleta Şanê û bi serokê baskê leşkerî yê Şanê re ku li rojhilatê Myanmarê ye û hem temsîla kêmneteweyî dike, bi serok Yawd Serk re kir.

Hevdîtina general Min Aung Hlaing û grûban li payîtextê li Nepisoyê hat kirin. Herkes bi meraq şopandina hevdîtinan dike. General di sibata 2021 ê de îqtîdara hukumeta Aung San Suu Çii ji nav biribû û ev cara yekeme ku bi terefên muxalif re hevdîtinê dike.

Li Myanmarê, grûba kêmnetewe ya Shanê grûba herî mezine û grûbên kêmneteweyên din, ji sala 1948 an, piştî ku Myanmar ji Îngîltere serxwebûna xwe sitend heya niha, li dijî rêvebiriya merkezî têkoşînê didin.

Hukumet ji sala 1948 an heya niha bi grûbên çekdar yên etnîkî re şer dike û di encamê de general Hlaing, ragihandibû ku hevdîtin wê di berjewendiya xelkê Myanmarê de be, ji ber her diçe şerê navbera wan dijwartir dibe.