
PeyamaKurd – Di çarçoveya lêpirsînan Wezareta Dadê ya Amerîkayê de, hat ragihandin ku di lêgerîna nav mala Serokê Amerîka Joe Biden de, 6 belgeyên din ên nepen hatine dîtin.
Parêzerên Joe Biden piştrast kirine ku 6 belgeyên nepen dema lêgerînê hatine dîtin û First Lady jî dema lêgerînê ne li mal bûye.
Hatiye diyarkirin ku hin ji belgeyan dema senotoriya Biden û hinek jî yên heya cîgirê serokatiya Amerîkayê ne.
Biden li ser belgeyên ku li ofîs û mala wî derketibûn holê gotibû, çend belge li cihê şaş hatine xuyakirin û wan jî ew derhal radestî Wezareta Dadê û arşîvên dewletê kirine.