image

PeyamaKurd – Li Brezîlyayê li eyaleta Pernambuco ku dikeve rojhilatê welat, barana zêde bariya û di encamê de bû sedema erdhezê. Di erdhezê de 33 kes mirin û li dora hezar kes ji deverê hatin tehliyekirin.

Rêvebirên parastina sîvîl yên eyaleta Pernambucoyê ragihandin ku li bajarê Recifê 20 kes di erdhezê de mirine û parêzgeh ragihand ku jimara miriyan derketiye 33 kesan. Li ser barîna baranê lehî rabûye û herî kêm hezar kes mecbûr mane terka malên xwe kirine. Niha ew kes di 14 dibistanan de dihewin.

Şaredarê bajarê Recifê Joao Campos ragihandiye ku niha sefera ji bo bajêr talûkeye û 3 hezar xebatkarên şaredariyê ji bo rizgarkirina mirovan dixebitin.

Hukumeta Brezîlyayê ragihandiye ku li ser fermana serokê dewletê Jair Bolsonaro, ji bo destekê bidin xelkê û ciyê bûyerê bibînin, wezîrê hemwelatiyê Ronaldo Bento û wezîrê tûrîzmê Carlos Brito dê herin ciyê erdhezê.