image

PeyamaKurd – Li welatê Afxanistanê li payîtext Kabîlê bi bombeyê êrîş birin ser mizgeftekî û di encamê de 5 kes mirin û 22 kes birîndar bûn. Li gor ragihandina nexweşxana rewşa lezgîn; di êrûşê de  5 kes mirine û 2 kes birîndar bûne.

Li gor ragihandina rêvebirekî hukumeta Talîbanê ku nexwestiye navêxwe bêje, berya limêjê bombe xistine mînbera mizgeftê û di encama teqînê de herî kêm 11 kes hatine kuştin. Heya niha kes bûyerê negirtiye ser xwe.

Her weha li bakûrê Afxanistanê li bajarê Belhê 3 êrîşên bombeyî pêk hatine û di her sê êrîşan de herî kêm 9 kes mirine û 15 kes jî birîndar bûne.