image

PeyamaKurd Li Kolombiyayê ji ber xwarina plastîkan, di 8 salên dawîn de ji ber xwarina plastîkan, 20 fîl mirin.

Li gor zanyariyan, li ser sergoyê gundê Pallakkadû ya navçeya Amparayê ya 210 kîlometreyan li rojhilatê Kolomboyê ya ku paytext e, 20 fîl ji ber xwarina pilastîkan mirin.

Di derbarê bûyerê de beytar didin zanîn, di otopsiyên fîlan de em rastî plastîk û polîetîlan tên.

Di sedsala 19an de li Srîlankayê 14 hezar fîl hebûn, lê di sala 2011an de hejmara wan daketiye 6 hezaran.

Gelek fîl êdî xwarinê nabînin û ji ber vê nêzî gund û bajaran dibin.

Li gorî rayedaran li qadên jiyana mirov lê tune 54 sergo hene û nêzî 300 fîl li van deran digerin.