image

PeyamaKurd – Hefteya borî zabitekî Îranî yê bi pileya albay an ku mîralay yê artêşa Îranê yê bi navê Hasan Seyyad Hudayî hatibû kuştin û degvedana kuştina wî hêj dewam dike. Rojnama Amerîkayê ya New York Times ragihand ku kuştin ji aliyê Îsraîlê de hatiye kirin û di babeta mijarê de Îsraîlê agahî daye Amerîkayê. Rojname weha dibêje:

“Albayê bi navê Hasan Seyyad Hudayî yê artêşa Îranê ji aliyê Îsraîlê de hat kuştin. Îsraîlê di mijarê de agahiyê da Amerîkayê.”

Rojnama Amerikan New York Times ê kuştina albayê Îranî ku li ber derê xwe hatibû kuştin, ragihand û got ku Îsraîlê albayî kuştiye. Rêvebirekî îstîxabarata Amerîkayê bi şertê ku navê wî nê gotin ragihandiye ku Îsraîlî û Amerîkayî bi vê bûyerê hişyariyê dane Îranê. Ev hişyarî ji bo grûbeka xef di nav hêzên Qudsê yê Îranê de heye ku jê re dibêjin 840 û operasyonan dike. Ji bo ber li operasyonên wan bigrin ev kuştin hat kirin.

Grûba Îranê ya 840 rola wan di revandin û kuştina sîvîlên Îsraîlîde heye. Îsraîl dibêje ku albayê hatiye kuştin cîgirê fermandarê vê 840 ê ye û di operasyonên ser Îsraîlê yên derve de cîh girtiye.

Tê gotin ku kuştina albay ji aliyê sîxurên Mossadê de hatiye kirin û ji bo rêvebiriya Tehranê peyamekiye. Îran ti carê hebûna beşa 840 ê qebûl nekiriye lê piştî kuştina albay, serokê Îranê Îbrahîm Reîsî ragihandibû ku wê tola kuştina albay hildin.