image

PeyamaKurd – Karsaz û çalakvanê sivîl Osman Kavala beşdarî rûniştina dadgehê ya îro Îniyê nebû ku piştî daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, bi rêya parêzerên xwe gotibû ew êdî piştî wan gotinan beşdarî rûniştinên dadgehê nabe û ti wateya wê nema ye. Kavala ji sala 2017an ve 4 sal in girtî ye û tevî biryar û daxwazên Dadgeha Mafên Mirovan jî nehatiye berdan. 

Îro 26ê Mijdarê danişîna “Doza Gezî” û “Grûpa Çarşi” ku herdu di bin banê yek dozê de hatine komkirin ku Osman Kavala jî yek ji wan kesên tê tawanbarkirin e, li Dadgeha 13emîn a Cezayê Giran a Çaglayanê birêve çû.

Kavala bi rêya SEGBISê nexwest beşdarî û rûniştina dadgehê bibe û dozgerê heyeta dadgehê jî di danişîna îro 25ê Mijdarê de daxwaza berdewama girtîmayîna Osman Kavala kir. Piştî navberekê heyeta dadgehê bi yekdengî biryar da ku girtina Osman Kavala berdewam bike. Dadgehê herwiha danişîna bê ya dozê jî ji bo 17ê Çileyê 2022 yan bi paş xist.

Di meha Cotmehê de di nav de ya Amerîka 10 balyozxaneyên Ewropa, derbarê Osman Kavala de daxuyaniyek dabûn û li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê daxwaza berdana wî kiribûn.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bertekek tund nîşanî wê daxuyaniyê dabû û gotibû, “Ne hedê wan e dersan bidin Tirkiyê. Dadgeha Ewropa jî derbarê Kavala yê `bermayiyê Soros` de biryarek da û dixwaze Tirkiyê ceza bike.”

Osman Kavala, piştî wan gotinên Erdogan bi rêya parêzerên xwe ragihandibû, êdî beşdarî dadgehan nabe û gotibû, “Gotinên birêz Erdogan ê derbarê min de yên `bermayiyê Soros` cihê şermezariyê ye û ne li gor cidîyeta posta serokkomariyê ne. Di van mercan de derfeta dadgehek dadmend nemaye. Ji vir û pê de di wê baweriyê de me ti wateya beşdarbûna rûniştinên dadgehê û parastinê nîne.”