image

PeyamaKurd – Dadgeheke Îranê ya bi navê Erka Darazê beşa Mafên Mirovan, bi hinceta gilîyê malbatên pisporên bernameya nukleerî ya Îranê ku hatine kuştin, ceza ji Amerîkayê re birî.

Li gorî ragihandina ajansa xwendekarên Îranê ISNAyê, dadgeha Îranê wekî bersiva dorpêçên ku Amerîkayê li ser Îranê ferz kirine, ev ceza li Amerîkayê biriye û biryar daye Amerîka bi 4 milyar û 300 milyon dolaran wan malbatan qerebû bike.

Di daxuyaniya dadgehê de hatiye gotin ku ev biryara hiqûqî wekî bersiva Amerîkayê hatiye dayîn ku dadgehên Amerîkî jî beriya niha bi behaneyên cuda li dijî Îranê biryar dane.

Herwiha hat diyarkirin ku çend dozên din jî li dijî Amerîkayê hatine vekirin û dewam dikin.