image

PeyamaKurd - Dadgeha Bilind a Brîtanyayê, cezayê zindanîkirinê yê 3 kesên sembolên PKKê di xwepêşandanekê de hilgirtibûn pesend kir.

Dadgeha Bilind a Brîtanyayê ceza da 3 kesên bi navê Rahman Pwr, Îsmail Akdogan û Rotinda Demir ku sembolên PKKê di xwepêşandanekê de hilgirtibûn.

Hat zanîn dadgehê li gorî madeya 13emîn a Qanûna Dijî Terorê ya sala 2000î ku tê de dibêje, eger kesek li derveyî qanûnan tiştekî hilde ku ew tişt sembola rêxistineke derqanûnî be, qedexe ye û ew weke tawan tê hesibandin.

Di biryara dadgehê de hat destnîşan kirin ku Rahman Pwr, Îsmail Akdogan û Rotinda Demir dema operasyona dijî Efrînê di xwepêşandana 27ê çileya 2018an de somboleke PKKê ku li Birîtanyayê di nava rêxistinên qedexekirî de ye hilgirtine.

Dadgehê ji ber vê jî cezayê zîndanîkirinê yê bi merc daye wan sê kesan û îtiraza ku di vê çarçoveyê de li Dadgeha Bilind hatiye kirin jî hatiye redkirin.