image

PeyamaKurd – Civîna Tirkiyê bi heyetên Îsweç û Fînladiyayê re li Kulliya serokkomariya Tirkiyê hat kirin, qediya û daxwuyanî ji devê berdevkê serokkomariya Tirkiyê ji İbrahim Kalın hat dayîn. Eger her dû dewlet pêngavên berbiçav navêjin, wê pêvakoya endamtiya Îsweç û Fînlanidyayê ya NATO yê nemeşe. Kalın weha got:

“Me ji wan re got ku eger endîşeyên ewlehiyê yên Tirkiyê bi pêngavên berbiçav û di çarçovceya teqwîmekî de nên bersivdan, wê pêvajo nemeşe û me bi zelalî ji wan re got.

NATO hevkariyeka ewlehiyê ye. Divê di nav endaman de bawerî hebe. Mijara bingehîna ya hevkariyê parvekirina ewlehiyê ya wekhev û bi dadweriyê ye. Ew endamên ku divê bibin endam, divê endîşeyên ewlehiyê ji holê rakin.

Me ji heyetên her dû welatan re got ku di navbera PKK, PYD, YPG, DHKP/C, FETÖ de ti ferq tineye. Bendeyên me ew in ku pêngavên berbiçav bavêjin. Nehêlin di welatên wan de ji van rêxistinan gavên fînans, rêxistin û propogandeya medyayê, gav bavêjin. Me li ser mijarê belge û agahiyan da wan her dû dewletan.

Me heya niha ji Îsweçê 28 û ji Fînlandiyayê 17 kesan xwest ku wan bidin me lê heya niha ti bersivekî nedan me. Hem me di derbarê veberhênana sanayiyê ya parastinê de xwest ku dorpêçên ser me rabin. Ne raste ku hevkarên NATO yê dorpêçan deynin ser hev. Eger ji NATO yê daxwazekî were em ê li serê biaxifin.”