image

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji çapemeniya Zelandaya Nû hatin ragihandin, parlamenterên Partiya Karker a desthilatdar dengên xwe dane Chris Hipkins ê 44 salî û ew wekî serokwezîrê nû yê welêt û serokê Partiya Karkeran hatiye hilbijartin.

Piştî Jacinda Ardern dest ji posta serokwezîriya Zelandaya Nû berda, Chris Hipkins ê ku bûbû namzed, hat hilbijartin. Piştî ku Hipkins dest bi erka xwe kir, daxuyaniyeke çapemeniyê da û got,

"Pirsgirêkên li pêş, min kelecanî dikin. Ev cudahî û berpirsyariya herî mezin a jiyana min e ."

Hat ragihandin ku Hipkins ku dê roja çarşemê sond bixwe û dê heta hilbijartinên giştî yên 14ê Cotmehê, posta Serokwezîrtiyê bigire.

Hipkins di Tîrmeha 2020an de wekî Wezîrê Tenduristiyê dest bi kar kiribû û dû re ji ber derketina COVID-19ê, ji bo têkoşîna bi şewbê re wekî wezîr hatibû tayînkirin.

Wezîr hat tayîn kirin Serokwezîra berê ya Zelandaya Nû Jacinda Ardern ku wekî serokwezîra jin a herî ciwan a cîhanê dest bi erka xwe kir, meha sibatê ragihandibû ku ew ê ji serokatiya Partiya Karker û Serokwezîrtiyê îstifa bike.