image

PeyamaKurd – Fermandariya hêzên Navendî yê Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku piştî mirina serokê IŞİDê Ebu İbrahim El-Haşimi El-Kureyşi, kesê ku ciyê wî girtibû û bûbû serokê IŞİD ê Ebu el-Hassan el-Haşimi el-Kureyşi jî hatiye kuştin. Berdevkê CENTCOM ê albay Joe Buccino, bi nivîskî ragihandinê kir.

Li aliyê dinê IŞİD ê ragihand ku serokê IŞİD ê Ebu Hasan el-Kureyşi hatiye kuştin. IŞİD di qeydiya xwe ya deng de negot kengê û li ku derê hatiye kuştin. Berdevkê IŞİD ê di ragihandina xwe de got ku serokê IŞİD ê yê nûh Ebu’l Huseyin el-Huseyniye.