image

PeyamaKurd – Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk li ser berendamtiya NATOyê ya Swêd û Fînlandayê axivî û diyar kir, divê welatên ku nû bibin endamên NATOyê bi her awayî pêwendiya xwe ya ligel terorê qut bikin.

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk do 19ê Gulana 2022yan, piştî civîna Encûmena Rêvebiriya Navendî ya partiya xwe, li ser pêşhatên dawî yên li cîhanê û Tirkiyê û endamtiya Swêd û Fînlandiyayê ji bo NATOyê axivî.

Herwiha Omer Çelîk destnîşan kir, welatên nû bibin endamên NATOyê divê bi her awayî pêwendiya xwe ya ligel terorê qut bikin û got: “NATO rêxistineke ewlehiyê ye. Yek ji qadên rûbirûbûna vê rêxistinê terorîzma cîhanî ye.”

Di berdewamiyê de Berdevkê AK Partiyê bi taybet li ser berendamtiya Swêde jî civîna Wezîrê Karên Derve Swêdê ligel Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî bi bîr xist û got: “Tişta herî tirsnak ew e ku Wezîrê Berevaniyê yê Swêdê dikare ligel serokê PKK/YPG yê li Sûriyê li ser Zoomê bicive.”

Herî dawî Omer Çelik diyar kir: “Hevalên rêzdar niha  mijara herî girîng piştevaniya terorê ye. Divê ew welatên ku bibin endamên rêxistineke ewlehiyê derbarê piştevaniya terorê de helwêsteke zelal nîşan bidin û piştavaniyê nedin terorê. Lê ji demên berê ve rêxistinên terorî li Swêd û Fînlandiyayê piştevaniya darayî kom dikin û çalakiyan dikin. Herwiha bûne navendên dijayetiya Tirkiye. Ev welat rêvebirên PKK û FETOyê bi eşkere dihewînin. Ev terorîst ji derveyî yasayên Ewropayê li vir  bi rehetî hemû propagande û çalakiyên bixwazin dikin. Çavkaniya beşeke wan çekên ku ji bo PKKê tên şandin ji van welatan tên dabînkirin. Ez bi aweyekî zelaltir bibêjim, çekên ku Hikûmeta Swêd dişîne ji cebilxaneyên PKKê derdikevin.”