image

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê, li Dohaya paytexta Qeterê bi Serokwezîrê Berê yê Sûriyê re civiya û di civînê de pêşhateyên dawî yên li Sûriyê gotûbêj kirin.

Di çarçoveya amadekariyên sazkirina Pêncemîn Civîna Lijneya Bilind a Stratejîk a navbera Tirkiye û Qeterê de, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ku niha li Dohayê ye, bi Serokwezîrê Berê yê Sûriyê Riyaz Hicab re civiya.

Derbarê civînê de, Mevlut Çavuşoglu li ser hesabê xwe yê Twitterê daye zanîn: “Me li Dohayê ligel Serokwezîrê Berê yê Sûriyê, pêşhateyên dawî yên li Sûriyê gotûbêj kirin.”

Heta niha malpera fermî ya Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê, tu hûrgilî ya naveroka civîna Çavuşoglu û Hicab belav nekiriye.