image

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu li ser rastgirê tund yê bi navê Rasmus Paludan ku li ber konsulxana Tirkiyê ya Îsveçê Quranê şewitand got:

“Îsveç mayînan dixe ser rêya endamtiya xwe ya NATO yê. Em Fînlandiyayê cuda digrin lê Îsveç bi zanîn pê li wan mayînan dike. Eger bixwaze dikare wan mayînan ji ser rêya xwe paqij bike.”

Çavuşoğlu ragihandina xwe li navça Alanyayê ya bi ser Antalya de, dema tevlî civîna ciwanan ya şêwrê ya AKP ê bû kir.