image

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu di vegera ji serdana xwe ya Îsraîlê de, ji rojnamevanan re axivî û li ser mijara operasyoneke leşkerî li dijî Rojavayê Kurdistanê jî daxuyanî dan.

Çavuşoglu beriya civîna Lijneya Ewlekariya Netewî ya Tirkiyê ku îro bi seroktiya Serokomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan li ser heman mijara operasyonê gotûbêjan dike got: “Amerîkayê soza paqijkirinê dabû me, lê bicih neanî. Rûsyayê jî bi heman awayê.. Di demên dawî de êrîşên terorî zêde dibin. Nabe em wek Tirkiye destgirêdayî li benda êrîşan bimînin, çi pêwîst be divê em bikin.”

Hêjayî gotinê ye, Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan berî çend rojan ragihandibû ku plana wan a avakirina herêmeke bi 30 kîlometre kûrahî li ser sînorê Rojava û Başûrê Kurdistanê, berdewam dike û gotibû, ew ê di civîna Lijneya Ewlekariya Netewî ya Tirkiyê ya roja Pêncşemê de, plana operasyonê gotûbêj bikin.

Li gorî plana ku di medya Tirkiyê de hatiye eşkere kirin, armanca sereke ya operasyonê Til Rifet, Til Temir, Eyn Îsa û xeta Minbicê ne ku rêya M-4 dê bibe sînorê wê û dê pêwendiya wan bi Kobanê û Reqa re nemîne.