image

PeyamaKurd – Çarçoveya Hevahengiyê ya ji partiyên şîe yên nêzîkî Îranê pêk tê, beriya ku erka Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bidawî bibe, dijatiya xwe ya bo Kazimî eşkere kir.

Yek ji serokên partiyên Çarçoveya Hevahengiyê Elî Fetlawî ji medya Iraqê re ragihandiye ku Kazimî di erka serokwezîriyê de ne serkeftî bûye û hemû aliyên Çarçoveya Hevahengiyê hevnêrîn in ku careke din Kazimî nebe namzedê posta serokwezîrtiyê.

Fetlawî gotiye, "Kazimi di gelek mijarên girîng de ne serkeftî bû û di hikûmetê de gelek krîzên aborî û darayî çêkir. Herwiha di dosyeya ewlekariyê de jî paşve ketiye.”