image

PeyamaKurd – Şîrketa xaz û petrolê ya Tirkiyê BOTAŞ li ser ariza ku di xeta xaza Îranê de, ya ku diçû Tirkiyê de çêbû, ragihand ku qismî xaz niha ji Îrane diçe Tirkiyê û weha got:

“Xaza ku ji Îranê tê Tirkiyê, bi sedema ceribandinê, niha miqdarekî bi sînor dişînin Tirkiyê. Xeta xazê ji Îranê di ser Gurbûlaqê di, di ser Agiriyê de tê Tirkiyê û bi sedema di xeta xazê de li aliyê Îranê ariza çêbû, ji roja 20.01.2022 an û bi şûnda heya 10 rojan wê xaz nehata Tirkiyê.

Bi armanca testê, niha hinek xaz ji Îranê tê Tirkiyê. Me ji %40 ji bo xaza sanayiyê bend danîbû lê ji 31 ê mehê û bi şûnde, siet ji 08.00 ê sibê û pê de, bendê daxistiye %20 ê. Ji ber xweşbîniya karsazên sanayiyê, em  sipasiya wan dikin.”