image

PeyamaKurd- Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Karên Derve û Polîtîkayên Ewlekariyê yên Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell, bi rêya daxuyaniyekê  diyar kir ku ji ber şer ji aliyê Rusyayê ve hat derxistin, divê ew berdêla ji nû ve avakirina Ukraynayê bide.

Josep Borrell, di çarçoveya Civîna Civata Wezîran a Rêxistina Ewlekarî û Hevkariya Ewropayê (OSCE) de bersiva pirsên rojnamevanan da û got ku Rusya nikare di şer bi ser bikeve, lê bi awayekî pergalkirî, erîşî Ukraynayê kir.

Borrell destnîşan kir ku pêdiviya Ewropayê bi fermaneke nû ya ewlehiyê heye û wiha got:

"Ji ber ku Rusyayê êrîşî ewlehiya me kir, ev civîn ji bo Ukraynayê civîneke piştgiriyê ye. Li vê derê dê piştgiriyên curbecur bên kirin. Em ê piştgiriyê bidin hewildanên Ukraynayê ku nîşan bide ya Rusyayê tawanê şer e. Ji bo ji nû ve avakirina Ukraynayê dê çavkaniyên mezin hewce bikin. Divê Rusya vê berdêlê bide. Em dizanin ku hejmar çi dibe bila bibe, wê gelek zêde be."

'Em ê hemû derfetên qanûnî kontrol bikin'

Josep Borrell bi bîr xist ku ji rezervên Bankeya Navendî ya Rusyayê, 300 milyar euro hatiye astengkirin û got,

"Me 20 milyar euro jî ji olîgarşên Rus cemidandin. Divê ev ji bo ji nû ve avakirina Ukraynayê were bikaranîn. Ez ê îro gelek hevdîtinan pêk bînim. Em ê hemû derfetên qanûnî kontrol bikin da ku Rusya berdêla tiştên ku kiriye bide. Ferqa astengkirina hesaban û desteserkirina wan, pêşniyaza me ya li ser maseyê ye."