image

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken ji enwantera Amerîkayê ji bo Ûkraynayê paketa bi sed milyon dolarî tesdîq kir. Li gor ragihandina Blinken ya nivîskî, Rûsya li başûr û rojhilatê Ûkraynayê êrîşên xwe dewam dike, Amerîka lezê dide ku bi 40 hevkarên xwe ve sîlih û techîzadan bilez bigihîne Ûkraynayê. Blinken di daxwuyaniya nivîskî de weha got:

“Li ser fermana serok Joe Biden ji bo parastina Ûkraynayê ji enwantera parastina an ku bergiriya Amerîkayê, bi bihayê 100 mîlyon dolarî paketa 10 em ya pêvek ku tê de sîlih û techîzad hene, ji bo amade bikin min tesdîq kir. Bi vê paketê re ji 24 ê sibatê ku Rûsya bi zalimane êrîşê bir ser Ûkraynayê, Amerîka heya niha bi bihayê 3.9 mîlyar dolarî techîzad û sîlih daye Ûkraynayê.”

Berdevkê Pantagonê John Kirby jî di civîna çapemeniyê ya rojane de ragihand ku di paketa leşkerî ya 100 mîlyon dolarî de 18 heb topên Obusan yên 155 mm,18 alavên ku wan bikşîne, 3 heb radarên ku tesbîta topan dike yên AN/TPQ-36, ekîpmanên sehayê û perçên îhtiyadî hene.

Kirby ragihand ku wê ev alav di wexteka kurt de bigihên Ûkraynayê lê wextekî diyar neda.